Di navbera Rûsya û Almanya, Swêd û Fransa nakokî zêde dibin

YE têkildarî doza jehrîkirina muxalîfê qesra Kremlînê Alexey Navalny, ceza li rayedarên payebilind ên Rûs ên nêzî serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ferz kirin. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê balyozên Almanya, Swêd û Fransayê yên li Moskovê li ser mijarê vexwend û biwan re civiya.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî piştrast kir ku wê madeyek mîna jehra ‘Novichuk’ a ku di warên leşkerî de tê bikaranîn, di xwîna muxalifê Rûsî Alexey Navalny de dîtiye.

Ji ber wê gumanên girêdayî têkiliyên Rûsyayê di jehrîkirina Alexey Navalny de zêde bûn.

Her wiha gelek aliyên navneteweyî banga zelalkirina vê mijarê dikin.

Almanyayê jî da zanîn ku ger Rûsya ev mijar zelal nekir, ne pêkan e ku ferzkirina cezayan li ser Rûsyayê were paşguhkirin.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas diyar kir ku ger Moskov agahiyên girêdayî vê mijarê pêşkêş nekirin, dê ceza li ser rayedarên Rûs werin ferzkirin.

Back to top button