Japonya ji bo xerckirina leşkerî 52 milyar dolar diyar kiriye

Cîhan bi çek dibe û her roja derbas dibe, nîşaneyên vê yekê hîn zêdetir xuya dike. Beriya niha me ragihandibû ku Yunanîstan, ji 2020’an 5 qat zêdetir, bûdçe ji hêza parastinê re veqetandiye.

Vê carê Japonya derketiye ser dîkê. Niha Japonya ji bo sîstema parastina welat bûdçeyek bi qasî 52 milyar dolar diyar kiriye.

Japonya plan dike ku li dijî hêza Çînê ya ku xwe pêş dixe, balefirên herî pêşketî û ji bo deryayê jî keştiyên ku bikarin herêmeke dur bikin hedef dixwaze.

Wezareta Parastinê ji bo meha Nîsanê bi qasî 1,1 bûdçeya parastinê zêde kir û pereyê ku li artêşê were mezaxtin, 5,34 triloyon yen ango, 51,7 milyar dolare.

Partiya Demokrat a Lîberal (LDP) ku xwedî piraniya dengên di parlementoyê de ne, tê pêşbînîkirin ku di pêşnûmeya bûdçeyê de wê were erêkirin.

Li kêleka vê Çîn pilan dike ji sedî 6,6 mezaxtina li leşkeran zêde bike.

Ev jî daneya herî kêm ya 30 salên dayî li welate.

Li hemberî vê Japonya dixwaze moşekên ku bikare Çîn, Koreya Bakurî û herêmên din yên parzemîna Asya bike hedef bikire.

Tokyo ji bo balefirên şer 40 milyar dolar çavkanî diyar kir

Hilbijêra sereke ya Japonya balefirin û ji bo vê 40 milyar cuda kiriye.

Ev yek jî piştî 30 salane Tokyo dixwaze li bernameya balefiran vegere û heta 2030’an ji bo vê 40 milyar dolar çavkanî veqetandiye.

Her wiha dixwaze bi bihayê 628 milyon dolar 6 balefirên F-35 ji DYA bikire.

Back to top button