Hilbijartinên xwecihî yên li Kurdistan û Tirkiyeyê

Li Kurdistan û Tirkiyeyê, li 81 bajar, 973 navçe û 390 bajarokan hilbijartinên xwecihî pêk hatin.
Kar û barê dengdayînê bi dawî bû, piştî wê jî jimartina dengan dest pê kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga xwedî derketina li sindoqan kirin.

Di jimartina dengan de li Amed, Wan, Mûş, Çolemêrg, Bedlîs, Agirî, Erzrom, Îdir û Qers ê Dem partiyê dengê herî zêde girt.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, da zanîn ku di 31 navendên li Kurdistanê de 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî tespîtkirine.

Tevî ku hate xwestin bi hilbijêrên veguhestî vîna gel were xespkirin jî li gorî daneyên Ajansa Anadolûyê, di sindoqên heta niha li 11 bajaran hatine vekirin de DEM Partî derket pêş.

Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî

Li gorî agahiyan DEM Partî li 35 navendên herêma Serhedê bi ser ket.

Ji van navendan ên herî girîng Mûş, Bedlîs, Agirî, Wan û ji 14 şaredariyên navçeyan li 12’an DEM Partî pêş xuya kir.

Li gelek bajaran serketina DEM Partiyê ji aliyê gel ve bi çoşeke mezin hate pîrozkirin.

Dayîka bi temen ji bo xwedî derketina li îradeya xwe çû ser sindoqê

Back to top button