Îro li bakurê Kurdistan û Tirkiyê, hilbijartinên xwecihî pêkhatin û gel rêveberiyên xwe ên herêmî diyar kirin.
Ji saetên serê sibehê ve gel herikîn ser sindoqan û li dijî hişmendiya dagirkeriyê a qeyûman vîna xwe nîşan dan.
Hevserokên Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Enqereyê û Tulay Hatiomgullari jî li Edeneyê dengê xwe bi kar anî.
Hevserokan bi peyaman hevî kirin ku di hilbijartinan de yên bindest biserkevin û banga xwedîderketina sindoqan kirin
Ji saetên serê sibehê ve gel herikîn ser sindoqan û li dijî hişmendiya dagirkeriyê a qeyûman vîna xwe nîşan dan.
Îro li bakurê Kurdistan û Tirkiyê, li 81 bajaran hilbijartinên xwecihî pêkhatin û gel rêveberiyên xwe ên herêmî diyar kirin.
61 milyon û 441 hezar û 882 hilbijêr li ser nêzî 208 hezar sindoqan dengê xwe dan.
Li gel serokên şaredariyan her wiha zêdeyî 50 hezar keya, endamên meclîsa giştî ya bajêr û şaredariyê hatin hilbijartin.
Her wiha nûner û siyasetmedarên Kurdistanî û demokratîk jî bi heman awayî berê xwe dan cihên dengdanê.
Hevserokên Giştî yê DEM Partî banga xwedîderketina sindoqan kirin
Hevserokên Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li Enqereyê û Tulay Hatiomgullari jî li Edeneyê dengê xwe bi kar anî.
Piştî dengdayînê hevserokan bi peyaman hevî kirin ku di hilbijartinan de yên bindest biserkevin û banga xwedîderketina sindoqan kirin.
Tuncer Bakirhan: Ji destpêkê ve guman tevlî hilbijartinê kirin
Her wiha Tûncer Bakirhan bal kişande li ser dek û dolabên desthilatê a li dijî vîna Kurd û wiha got:
“Beriya ku bêm vê derê me hemûyan dît ku hilbijêrên qaçax li bajarên Kurdan têne bicihkirin.
Leşker, polîs û hilbijêrên li wan bajaran namînin, li wê derê deng bi kar tînin.
Ji destpêkê ve guman tevlî hilbijartinê kirin.”
Dengdayîn saet 07:00 dest pêkir û 16.00’an bî dawî bû
Saeta dengdanê ji ber saeta cuda ya hilatin û çûyîna ava ya rojê li gelek bajaran cuda bû.
Tevî li bajarên bakurê Kurdistanê bi giştî li 32 bajaran dengdayîn saet 07:00 dest pêkir û 16.00’an jî bî dawî bû.
Li bajarên din jî saet di 08:00 destpê kir û heta saet 17:00 dewam kir.