Li gelek gundên Xelfetiyê deng bi komî hatin dayîn

Mîna hemû hilbijartinên berê, vê hilbijartinê jî bi hîle û lîstokên rejima Erdogan dest pê kir.
Di navê de leşker û polîs bi hezaran hilbijêr ji bajarên Tirkiyê veguhestin bajarên Bakurê Kurdistanê.
Li gelek bajaran ji bo AKP’ê dengên komî hatin bikaranîn.

Beriya hilbijartinê bi hezaran kesên ji bajarên Tirkiyê û welatên derve derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê kirin da ku dengê sexte bikarbînin.

Her wiha dîsa li gelek deveran ji cerdevanan bigre heta leşker û polîsan bi komî ji bo AKP’ê deng dan.

Li gelek deveran jî endamên DEM Partî yên ku li ber listîk û hîleyan rabûn rastî êrişan hatin.

Mîna hilbijartinên berê, di vê hilbijartinê de jî dîsa rejima AKP-MHP’ê dest bi fêl û hîleyan kirin.

Li navçeya Xelfetî ya Rihayê hilbijartinê bi hezaran kes ji derve veguhestin navçeyê û bi komî deng hatin dayîn.

Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan piştî vê yekê, çû dibistanê rastî êrişê hat.

Her wiha li gelek deverên din jî dengên bi mohra AKP’ê yên berê mohrkirî derketin

Li Serêkaniyê ya Rihayê hin kesan dengên xwe firotin AKP’ê

Li Serêkaniyê ya Riha’yê jî hin kesan dengên xwe firotin AKP’ê.

Derket holê ku kesên dengên xwe firotine AKP’ê ji bo vê yekê komeke WhatsApp’ê ava kirine û pusulayên dengên xwe yên ku mohrê di bin logoya AKP’ê dane, parve kirin.

Li Riha’yê kesekî 11 caran ji bo AKP’ê dengê xwe bikaranî

Li navçeya Wêranşarê jî, kesekî li ser hesabên xwe yên dîjîtal parve kir ku 11 caran deng daye AKP’ê.

Li Mûş û Agiriyê endamên AKP’ê, leşker û polîsan dengê xwe bi komî bikaranîn

Li Mûş û Agiriyê jî leşker û polîs jî di nav de hilbijêrên veguhestî bi komî deng bikar anîn.

Kesên xwestine mudaxileyî bûyerê bikin û namzetên hevşaredariyê jî rastî êrişê hatin û êrişkaran dest danîn ser telefonên berpirsyarên sindoqan.

Li Geverê Qeymeqam û Qeyûm ji bo namzetê AKP’ê li ser sandoqan geriyan

Li Colemêrgê jî heman dîmen hebûn.

Qeymeqam û qeyûmê Geverê Omer Cîmşîd, bi namzetê AKP’ê yê bajaroka Bajêrgeh re li ser sindoqan geriyan.

Di sandoqeke li Qersê de ji 120 hilbijêran tenê yek ji qersê derket

Yek ji bajarên ku bi hezaran hilbijêrên gerok lê hatin veguhestin jî Qers bû.

Bi hezaran leşker û polîs li du dibistanan bi komî dengên xwe dan.

Di sindoqekê de ku 120 hilbijêr hene û ji bilî yek kesî, temamiya hilbijêrên din ji bajarên Tirkiyê anîne û tenê qeyda yekî ji navçeya Qaxizman a Qersê ye.

Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin

Li navçeyên Stewr û Kerboranê yê Mêrdînê jî rewş bi heman awayî bû

Li ser vê yekê namzetê Hevşaredariya Mêrdînê Ahmet Turk ji bo hilbijartinê bişopîne bi şandeyeke ji Fransayê hatiye re derbasî navçeya Stewrê bû.

Şandeya fransî ku xwest li dibistanên li navçeyê lêkolînan bike ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.

Ahmet Turk, bertek nîşanî vê yekê da û got:

“Desthilat heta ji Rûsyayê mirov veguhestine vê derê û hewl didin vîna gel xesp bikin.”

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyê hilbijartinên xwecihî pêk hatin

Back to top button