Xiristiyanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cejna Paskalyayê li dêran pîroz kir.
Di cejnan de sirûdên olî û dûa hatin xwendin û pîrozbahî hat kirin.
KNK’ê, QSD’ê û MSD’ê jî bi bûneya Cejna Ekîto û Paskalyayê daxuyanî dan û cejn li gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemû bawermendên Mesîhî pîroz kirin.
Li kantona Cizîrê Xiristiyanan bi boneya cejna Paskalyayê pîrozbahî li dar xistin.
Xiristiyanên ji Suryanên Katolîk, Keldan û Ermenî di seaetên sibehê de berê xwe dan dêran û merasîmên olî yên taybet bi cejnê li dar xist.
Di merasîman de sirûdên olî û dûa hatin xwendin û pîrozbahî hat kirin.
Sibe wê cejna Ekîto were pîrozkirin
Her wiha cejna Ekîto wekî sersala Suryanî, Asûrî û Kildan her sal 1’ê Nîsanê tê pîrozkirin.
Li gorî sal-nameya Asurî-Suryanî 1’ê Nîsanê roja yekem a sala nû, destpêka demsala biharê ye.
Bi bûneya Cejna Ekîto wê li Kantona Cizîrê ku gelek welatiyên Asûrî-Suryanî-Kildan dijîn, wê pîrozbahî werin lidarxistin.
QSD’ê Cejnên Ekîto û Paskalyayê pîroz kir
QSD’ê jî bi daxuyaniyekê cejnên Ekîto û Paskalyayê li gelê Asûr û Suryan pîroz kir û got:
Pîrozkirina van cejnan bi hev re ruhê biratiya gelan a dinavbera pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê û israra me ya parastin baweriyan, Îbadet û rêûresmên olî hîn zêdetir xurt dike.
QSD’ê eşkere ku mesihiyên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê spî ji ber dagirkeriyê nikarin li warê xwe cejnên xwe pîroz bikin û got:
Em soza xwe ji hemû gelê xwe re nû dikin ku em wan deveran azad bikin û li dêran bi hev re dua û merasîmên girseyî li dar bixin.
MSD: Em bi hêvî ne Cejin bibin wesîleya xêr û aştiyê
Bi heman daxwazê, Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD peyamek weşand.
MSD’ê cejnên Ekîto û Paskalyayê li gelê Asûr û Suryan û tevahî mesîhên li Sûriyeyê pîroz kirin.
MSD’ê hêvî kir ku ev cejn ji bo tevahî gelê herêmê bibin wesîleya xêr, aştî û kêfxweşiyê.