Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê Cejna Paskalyayê bi peyamekê li hemû gelê Asûrî, Suriyanî, Kildanî û hemû bawerdmendên Mesîhî pîroz kir.
KNK’ê di peyama xwe da znîn di demekê de ku gelên Mezepotamya û Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, ew cejna gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî bi dilekî xweş pîroz dikin û got:
“Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeke dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re dibihûre.
Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkiyên wê ve çarenivîsaze.
Şoreşa gelan ya li dijî zilm û dagirkeriyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî û hwd.
Hembêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-KNK’ê di dawiyê de got ku ev cejn wê hêz û îradeyeke mezin a yekîtî û berxwedana hevpar ji bo avakirina civakek wekhev di nava aştî û bextewariyê de bide.



