Duh danê êvarê li bajarê Ezazê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, di nava bazareke gelerî de teqînek pêk hat.
Di encama teqînê de 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 23 jî kes jî birîndar bûn.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), doh li kolana Cisir a bajarê Ezazê ya dagirkirî a girîdayî Helebê erbeyek teqiya.
SOHR diyar kir ku di encama teqînê heta niha 8 kes jiyana xwe ji dest da û 23 kes birîndar bûne.
Her wiha ziyanên madî jî çêbûn
Heta niha tu alî teqîn negirtiye ser xwe.