Dayîka bi temen ji bo xwedî derketina li îradeya xwe çû ser sindoqê

Li Bakurê Kurdistanê ji ciwanan heta kal û pîran elaqeyeke mezin ji bo dengdanê hebû.
Ji serê sibehê de gel herikîn cihê dengdanê û dengê xwe bikar anîn.
Li gelek deveran jî welatiyan guh nedan astengiyan û bi çoş çûne ser sindoqan.
Welatiyan gotin ew ê qeyûman ji bajarên xwe derxin.

Li Bajarê Agirî ya herêma Serhedê dayîkeke bi temenê mezin çû ser sindoqan û dengê xwe bi kar anîn.

Li bajarên ku ev du serdemin ji hêla qeyûman vê tên hilbijartin, gel bi vê biryardariyê din vîna xwe nîşan da.

Bi destpêkirina dema dengdayînê re herikîna gel a ber bi dibistanan ve jî dest pê kir.

Bi taybetî jî li gelek bajaran kesên temen mezin guh nedan astengiyan û herikîn ser sindoqan.

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, dîmenê wê dayîka nexweş ku tevî rewşa xye giran dengê xwe da, parve kir û got:

“Gelê Agiriyê li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweşên xwe wiha tîne ser sindoqê.”

Li paytexta kurdistanê dengdêr herikîn ser sindoqan

Li paytexta Kurdistanê Amedê jî heman kelecan hebû.

Bi taybet jî hilbijêrên temenmezin tevî zarokên xwe hatin û dengê xwe dan.

Dayikeke ku bi alîkariya keça xwe ser derenceyên dibistanê bi ser diket, her çend di meşê de zehmetî kişandibin jî çû ser sindoqê.

Li navçeyên Rezan, Sûr, Gêl û Pasurê jî gel li dijî hilbijêrên veguhestî, eleqeyeke mezin nîşanî hilbijartinê da.

Ji kal û pîran heta ciwanan, her kes çû ser sindoqan.

Bi heman awayî li Êlihê jî ciwan, jin, kal, pîr û astengdar jî di nav de bi hezaran welatiyan ji saetên sibehê de ji bo dengdayînê berê xwe dan cihê dengdanê.

Li Dêrsimê jî tevlibûneke zêde ya hilbijartinê hebû.

Li Sêrtê dayîkek 120 salî di hembêza kurê xwe de çû ser sindoqê

Bi heman awayî li Sêrtê jî dayîkeke 120 salî di hembêza kurê xwe da çû dengdanê.

Dayikê nîşaneya serkeftinê kir û bi keyfxweşiyeke mezin dengê xwe da.

Welatiyên ku li ser gopal û kursiyê hatin dibistanan jî ji bo xwedîderketina li îradeya xwe tu astengî nas nekirin.

Li gelek gundên Xelfetiyê deng bi komî hatin dayîn

Back to top button