Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûrî 14 leşkerên hikuemta Şamê kuştin

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê zêdetir dibe.
Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê di nava 2 rojan de, 14 leşkerên hikumeta Şamê kuştin.
Balafirên Rusyayê li çolistanê şikefên çeteyên DAIŞ’ê bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê, yek jê efser 8 leşkerên Firqeya 11’an a hêzên
hikumeta Şamê bi darvekirin.

Leşkerên hikumeta Şamê yên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine kuştin, ji 26’ê Adarê ve li herêma Kebacib dema ji devera Suxne diçûn Dêrazorê agahî ji wan qutbibû.

Beriya niha bi çend seatan jî yek jê efser 6 leşkerên Firqeya 4’an a hêzên Hikumetê bi heman rengî kuştin.

Leşkerên ku hatine kuştin 27’ê Adarê li ser riya Tedmûr-Sexne ya li gundewarê Humsê di kemînek çeteyên DAIŞ’ê de, hatin girtin.

Bi giştî di nava 2 rojan de, di nav de 2 efser 14 leşkerên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin darvekirin.

Balafirên Rusyayê cihên çeteyên DAIŞ’ê li çolistanê bombebaran kir

Piştî vê, balafirên şer ên Rûsyayê zêdtirî 30 caran cih û deverên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê bombebaran kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê leşkerekî din yê hikumeta Şamê kuştin

Back to top button