Saziya Mirovî ya bi navê Mam alîkariya mirovî pêşkêşî Heyva Sor a Kurd kir ku da ku bighîne koçberên Rojava yên li Silêmaniyê dimînin.
Alîkariya ku Saziya mirovî ya bi navê Mam (Humanitarian Foundation -MHF), pêşkêşkirî, ji madeyên xwarinê pêk tê.
Ev alîkarî dê li koçberên Rojava yên ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi cih bûne e were belavkirin.
Berpirsê Nûnertiya Heyva Sor a Kurd a Silêmaniyê Geylan Reşo, diyar kir ku wan lîsteyek a kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye pêşkêşî Saziya Mam kirine û li gorî wê jî saziyê alîkarî ji wan re şandiye.
Geylan Reşo destnîşan kir ku ev alîkarî wê di nava hefteyê bê de, li kesên hewcedar were belavkirin.



