Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo

Xebatên komkirina îmzeya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û gihiştina armana xwe hîne didome.
Vê carê li Helebê, di çarçoveya pêngavê de, 105 hezar û 675 îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan 9’ê Sibatê pêngava komkirina îmzeyan dabû destpêkirin.

Komkirina îmzeyan li her deverê herêmê bi coş û kelecan ji aliyê komîteyên komkirina îmzeyan ve dewam dike.

Îmzeyên ku tên komkirin, dê ji Konseya Yekitiya Eworpayê re werin şandin.

Li Helebê 105 hezar û 675 îmze hatin komkirin

Xebata komkirina îmzeyan li hin bajaran bi dawî bû û li hin bajarên din jî, êdî ber bi dawiyê ve diçe.

Vê carê li Helebê Komîteyên ku îmze kom kirin, bi daxuyaniyekê encama kampanyayê aşkera kir.

Di daxuyaniya komîteyê ev tişt hat ziman:

Ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek çalakî hatin lidarxistin û gel her tim li qadan e.

Armanca me ne tenê ku em agahiyan ji Rêberê xwe bigirin, lê belê divê em azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin.

Ji ber wê ne tenê Kurd, di heman demê de pêkhateyên cuda yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tevlî kampanyayê bûn û imzeya xwe dan.

Di vê çarçoveyê de heta niha me 105 hezar û 675 îmze kom kirin.

Em dikarin bêjin ku em gihaştin armanca hemleya xwe ya ku me jê re plankiribû.”

“Divê em bi têkoşîna xwe tecrîdê bi dawî bikin.

Komîteyê dawiyê bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku li gorî pîvan û qanûnên xwe tev bigere û rastiyan aşkera bike.

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo

Back to top button