HPG: Li Zapê 2 drone hatin xistin, dagirkerek hat cezakirin

Piştî ku Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî dronên Tirkiyê teknîka xwe pêş xistin rojane derbên giran li dagirkeran didin.
Gerîlayan 2 dronên din anîn xwarê û bêkêr kirin.
Her wiha gerîlayên YJA Starê jî bi riya sekvanî dagirkereke ceza kirin.
Li aliyê din PDK’ê jî ji bo hêsankirina dagirkeriya Tirk di nava amadekariyan de ye.
Hat ragihandin PDK’ê hêzeke ji 250 kesî ku ji çeteyên Roj û Zêrevanî pêk tê di navbera Çiyayê Garê û Şêladizê de bi cih kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan di 24 û 25’ê Adarê de li Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 2 dronên dagirkeran îmhakirine.

28’ê Adarê jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî gerîlayên YJA Starê bi taktîka sûîqestê dagirkerek ceza kirin.

Her wiha bi çalakiyekî jî tevgera dagirkeran hatiye rawestandin.

Di heman rojê de dagirkerên li Girê Şehîd Kamûran ya li herêma Xakurkê jî bi çekên giran hatin hedef girtin û derb li wan hat xistin.

Dagirkeran 72 caran qadên gerîla bombardiman kirin

Têkîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî parve kir:

“Di nava 23 heta 31 Adarê, tunelên şer ên herêma Rojavayê Zapê, bi balafirên şer û çekên qedexebûyî 72 cara hatine bombebaran kirin.”

Back to top button