Şêniyên herêmê sersaxî ji malbata şêx Fewaz El Zewba ra xwestin

Şêniyên kantona Cizîrê sersaxî ji malbata serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Fewaz El Zewba re xwestin.

Serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr şêx Fewaz El Zewba roja înê çû ser dilovaniya xwe.

Piştî oxirkirinê, ji bo sersaxiyê Kon li gundê Selmaniyê ya bajarê Hesekê hatiye li darxistin.

Şênî, rûspiyên êlan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo sersaxî ji malbata serokê Meclisa Qebîleya El Cebûr, şêx Fewaz El Zewba re bixwazin, tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîma sersaxiyê de rola şêx El Zewba di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser û sepandina aştiya navxweyî de hate silavkirin.

Back to top button