Konseya Rêveber a KNK’ê Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî Seyf Qazî û Sadr Qazî bi bîr anî û got:
“Gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemmed û hevrên wî didomînin.”
Îro salvegera sêdarekirina Pêşengê Komara Mihabatê Qazî Mihemd e.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 77’an a darvekirina Pêşewa Qazî Mihemed û hevrêyên wî daxuyaniyek da.
KNK’ê di daxuyaniya xwe de Qazî Mihemed û hemû şehîdên Komara Kurdistanê bi bîr anî.
KNK’ê da xuyakirin ku Qazî Mihemed û hevreyên xwe bi dilsozî ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê xebitîn û gaveke dîrokî avêtin û wiha behsa polîtîkaya qirêj ên hêzên dagirker û metîngeh kir:
“Di encama lihevkirinên dewletan, bi taybetî Îngilistan û Sowyetê de ku ji bilî berjewendiyên xwe tu nirx nas nedikirin, bi rejîma Şahê faşîst re, dewleta Îranê êrîşî Komara Kurdistanê kir.
Qazî Mihemed û hevrên wî yên têkoşer li Qada Çarçira darve kirin.
Bi nêzîkatiya wan a li Komara Kurdistanê derket holê ku berpirsyarê rastî yê pirsgirêka Kurd û çaresernebûna wê hêzên kolonyalîst û kapîtalîst in ê ev nêzîkatiya wan îro jî didome.”
KNK: Gelê Kurd doza Qazî Mihemed didomînin
KNK’ê da zanîn ku niha jî li hemberî desthilatdariya dewleta Îranê, jinên Kurd, bi slogana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêxistin û saziyên xwe têkoşîneke destanî didine meşandin û got:
“Li hemberî ku dewleta Îranê, cezayê dardekirina ciwanên Kurd rojane bi kar tîne, têkoşer, siyasetmedar û çalakvanên Kurd di zindanan de rehîn digire.
Gelê Kurd têkoşîna xwe, bi xwedîderketina li doza Qazî Mihemmed û hevrên wî didomînin.”
Konseya Rêveber a KNK’ê di dawiyê de careke din şehadeta Qazî Mihemed û hevreyên wî bi bîr anî û hemû dagirkerî şermezar kirin.