Qazî Mihemed.
Sembola Têkoşîna Kurdistanê.
Ku di rûpelên dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng û sereke ye.
Sazkerê Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê û Serokê Komara Mehabadê bû.Komara ku mîras û ronahiya di rêwîtiya têkoşîna gelê Kurd de ye.
“Hûn dizanin ku ji bo standina mafên kurdan ez bi şev û rojan ranewestiyam.
Vê kedê jî bi serbilindiya xwe dizanim.
Heya rojeke min di vê cîhanê de mabe dest ji fedakariyê bernadim.
Ez ê ji her kesî re îspat bikim ku kurd jî layiqî jiyanê ne.”
Bi van gotinan pêşeng Qazî Mihemed xatirê xwe xwest .
Sazkarê Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê û Serokê Komara Mehabadê Qazî Mihemed sala 1900’ê çavê xwe li dinyê vedike .
Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê di nava malbateke kurdperwer, xwedî çandeke dirûst mezin bû.
Qazî ku xwendina xwe ya olî li Mehabadê qedand, li gel zimanê dayikê (kurdî) 5 zimanên din fêr bûbû.
Sala 1930 piştî ku bavê wî ji dinyayê bar kir erka qazîtiya şerî ya bajêr kete ser milê Mihemed.
Piştî bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Duyem û dagirkerina Îranê ji aliyê Birîtanyayê ve desthilata Hikumeta Navendî li ser herêmên Rojavayê Îranê kêm bû.
Sembola têkoşîna Kurdistanê: Qazî Mihemed
Vê yekê derfet da ku gelê kurd û Azerî mafê xwe bi dest bixin . Nexasim ku Sovyetê jî piştgiriya gelên bindest kir.
Lewma israra avakirina komarê zêdetir bû , li bajarê Mehabad komara Kurdistan hat avakirin .
Bi damezirandina komarê re hestê neteweyî yê gelê Kurd pêşket û di xeta têkoşînê ya Kurdan de bû bingehek.
Komeke rewşenbîr û siyastmedarên kurd 16’ê Tebaxa 1942’an komeleya jiyaneweyî Kurdistan ava kir .
Piştî ku 3 Rêveberên komelyê ji aliyê Rêjîmê ve hatin girtin , Qazî Mihemed tevlî vê komeleyê bû.
Sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Ezrebeycanê li wir daxwaza piştgiriya avakirina komara Kurdistanê kir .
22 Çileya 1946’an avakirina komara Kurdiatanê hat raghandin . Di vê komarê de kurdî bû zimanê fermî û meclis jî hatin avakirin .
Di dîroka 26’ê Adara 1946’an Hêzên Îranî û Sofyetê li hev kir û Hezîrana heman salê Sovyetê xwe vekişand û Hêzên Îranê êişî komarê kir.
Hingî Artêşa Îranê êrişî komarê kir û 17’ê Kanûna 1946’an gihişt navenda bajarê Mehabadê.
Li vir hinek eşîrên kurd reviyan lê belê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyên man û li ber xwe dan .
Ji bo rê li pêşiya komkujiyan bigre Qazî Mihemed xwe radest kir .
Di 31’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçira ew bi dar ve kir û Komara Mehebatê ku 11 mehan dewam kir, hat tunekirin.