DEM Partî di roja dawî ya xebatên hilbijartinê de li qadan bû

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di roja dawî ya xebatên hilbijartinê de jî li gelek deveran li qadan bû.
Her wiha li gelek bajaran fînala xebatên hilbijartinê bi konvoya wesayîtan jî hate kirin.
Nûnerên bi gel re civiyan, banga deng dayînê û xwedî derketina li sindoqan kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan di roja dawî ya xebatên hilbijartinê de li gelek deveran li qadan bû.

Li navçeya Panos a Agiriyê DEM Partî di mîtînga dawî de bi hezaran re li hev civiya û peyam û bangên serkeftinê da.

Li wir parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sakik ku xitabî girseyê kir, anî ziman ew tenê weke şaredarî li hilbijartinê na nêrin û komkujiyên di dîrokê de li ser gelên Kurd hatine kirin bibîrxist.

Sirri Sakik diyar kir ewê hemû kesên dijmanitiyê li gelê Kurd dikin têk bibin û got:

Divê em bersiveke baş bidin van.

Her wiha li navçeya Dutaxê a heman bajarê jî hevdîtina bi gel re hebû.

Di hevdîtinê de îşaret bi nêzîkatiyên desthilatê a li hemberî pirgirêka Kurd hat kirin û hat gotin:.

“Ev feraset wê ewilî herî zêde zirarê bide gelên Tirkiyê.

Di heman çarçoveyê de li navçeya Qulpê ya Îdirê jî Rêxistina DEM Partî ya navçeyê mitîngek li dar xist.

Li wir jî nûnerên beşdarî bernamê bûn, girîngiya hilbijartinê vegotin û peyamên serkeftinê dan.

Mitînga Misircê a li Sêrtê jî bi tevlibûna hezaran kesan dest pê kir.

Li qadê dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”  “Bê Serok jiyan nabe” û “Qeyûm dê biçin gel dê werin” hatin berzkirin.

Nûnerên bi gel re civiyan, banga deng dayînê û xwedî derketina li sindoqan kirin.

Yek ji deverên din a hevdîtina bi gel hat lidarxistin navçeya Cizîra Botanê ya Şirnexê bû.

Siyasetmedar Kurd Leyla Zana yê bi xelkê botanê re hat ba hev bi gotina:

“Cizîr cihê Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Orhan Dogan û Mehmet Tûnç e.

Em hêza xwe ji we digirin” banga xwedî derketina vîna xwe kir.

Li Amed, Êlih û Dêrsimê fînala xebatan bi konvoya wesayîtan hat kirin

Li Amed ,Êlih û Dêrsimê jî fînala xebatên hilbijartinê bi konvoya wesayîtan hate kirin.

Welatiyan bo coşek mezin ji malên xwe, pencere, balkon û banên avahiyan piştgirî dan konvoyê.

Sibe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêveberiyên herêmî tên diyarkirin

Back to top button