Gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo azadiya Rêber Apo 125 roje didome

Çalakiya girtiyên siyasî ya girevên birçîbûnê ên li girtîgehên dewleta Tirk a bi daxwaza Azadiya Rêber Apo 125 roje dewam dike.
Girtiyan ragihandin ew ê piştî hilbijartinan çalakiya xwe derbasî qonaxeke din bikin.
Her wiha girtiyê bi navê Mûtlak Tozûn ku 30 sal bûn di girtîgehê de bû jiyana xwe ji dest da.

Ji 27’ê Mijdara 2023’an girtiyên li zîndanên dewleta Tirk ji bo azadiya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd di gireva birçîbûnê de ne.

Çalakiya girtiyan di roja 125’an de dewam dike.

Girtiyên siyasî dema ku dest bi çalakiya xwe kirin destnîşan kiribûn eger heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin wê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.

Girtiyên siyasî 12’ê Sibata îsal ji daxuyaniyeke din dan û gotin:

“Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêbertiya me, me di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribû û me ragihandibû ku dê di 15’ê Sibatê de derbasî qonaxeke din bikin.

Lê belê ji bo bandorê li pêngava li derve hatiye destpêkirin û li xebatên hilbijartinê neke, me biryar da ku piştî hilbijartinê derbasî qonaxeke din bikin.

Em çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya dorveger heta piştî hilbijartinê dirêj dikin.”

Girtiyê 30 salan jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din girtiyê bi navê Mûtlak Tozûn ku 30 sal bûn di girtîgehê de bû, jiyana xwe ji dest da.

Tozûn ji ber nexweşiyên xwe rakiribûn nexweşxaneyê û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Mûtlak Tozûnê ku 30 sal bûn girtî bû herî dawî li Girtegeha Akhîsarê ya bajarê Manîsayê dihate ragirtin.

Tozûn, li ser daxwaza malbata wî ew rakiribûn Nexweşxaneyeke li Wanê. Tozûn ê duh bi şev rewşa wî giran bû, di saetên serê sibê de jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku cenazeyê Tozûn dê li navçeya Panos a Agiriyê were veşartin.

Çalakiya greva birçîbûnê di roja 124. de ye

Back to top button