Li baxçe û deverên giştî yên Qamişlo dar hatin çandin

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan nêz dibe.
Bi vê boneyê, li herêmê çalakiyên curbicur têne lidarxistin.
Li Qamişlo, Girkê Legê, Kobanê û Tebqayê dar hatin çandin û semîner hatin dayîn.
Di semîneran de, hate gotin: “Ji bo xwedî-derketina li fikrên Rêber Apo, em ê asta têkoşîna xwe li hember dagirkerî û desthilatdariyê mezintir bikin.”

Rêber Abdullah Ocalan 4’ê Nîsana 1949’an, li gundê Amara yê girêdayî navçeya Xelfetî ya bajarê Rihayê ji dayîk bûye.

Bi armanca pîrozkirina vê rojê, ji niha de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî têne lidarxistin.

Bi vê boneyê endamên Paltforma Ekolojiyê ya Jinan û gelek dayik li cihên giştî, baxçe û goristanê yên bajarê Qamişlo dar çandin.

Ev pêngava ku 9’ê Çileyê di bin dirûşma “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji aliyê platformê hatibû ragihandin dê heta 4’ê Nîsanê bidome.

Li Girkê Legê semîner derbarê jiyana Rêber Apo de hate dayîn

Li navçeya Girkê Legê û gundewarên girêdayî wê jî bi heman boneyê semîner hatin dayîn.

Di semîneran de, wiha hate gotin:

“Rêber Apo ji bo azadiya me û hemû gelê bindest têkoşîn û berxwedaneke bêhempa kir û heta niha jî didomîne.”

Kobanê-Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo 800 dar hatin çandin

Desteya Jîngehê ya Firatê jî bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo 800 dar li gundê Siftekê yê rojavayê bajarê Kobanê çandin.

Hevseroka Desteya Jîngehê Almaz Romî, behsa çalakiyan kir.

Li Tebqa çalakiyek bi boneya 4’ê Nîsanê hate lidarxistin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê jî bi heman armancê şahiyek lidarxist.

Gelek şênî, endamên saziyan, partî û Meclisa Jinan a Zenûbiya beşdarî şahiyê bûbûn.

Di şahiyê de, endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Mihemed wiha got:

“Bi saya Rêber Apo pêkhateyên herêmê bi rûmet û azadî dijîn.”

Şahî bi çalakiyên hunerî dewam kir.

Li Şengalê li ser 4’ê Nîsanê semîner hat dayîn

Li Şengalê jî bi heman boneyê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî semînerek hat dayîn.

Di semînerê de ev tişt hate gotin:

“Em ê heta azadiya fizîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin û dev ji wî û fikrên wî bernedin.”

Back to top button