Sibe li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rêveberiyên herêmî tên diyarkirin

Sibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gel wê rêveberiyên xwe yên herêmî diyar bikin.
Lewra qedexeyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê dane diyarkirin jî berî du saetan destpêkir.
Wekî di hemû hilbijartinan de li hemberî fenên desthilatê DEM Partî xebatên xwe temam kirin û ewlehiyên pêwîst girtin.
DEM Partî wê bi deh-hezaran peywirdaran re sindoqan biparêze.

Sibe li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan welatî dê biçin ser sindoqan û rêveberiyên xwe yên herêmî dê diyar bikin.

Dengdayîn wê di navbera saetên 07.00 û 16.00’an de werin bikaranîn.

Cihên dengdayînê yên hevserokên giştî yên DEM Partî diyar bûn

Di vê çarçoveyê de cihên dengdayînê yên Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî diyar bûn.

Tûncer Bakirhan wê li Enqereyê, Tulay Hatîmogûllari jî li navçeya Çûkûrova ya Edeneyê, dengê xwe bi kar bîne.

Qedexeyên hilbijartinê berî du saetan dest pê kir

Qedexeyên Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dane diyarkirin îro saet 17.00’an dest pê kir.

Tevî propagandaya hilbijartinê parastina sindoqan jî mijareke girîng e.

Desthilata AKP’ê hezaran leşker û polîs veguhestin bajarên bakurê Kurdistanê.

Di hilbijartina derbasbûyî de pusulayên bêmohr, fêl û fenên girtekên hilbijartinê û ewlehiya hilbijartinê mijarên sereke bûn û di vê hilbijartinê de pir girîng in.

DEM Partî wê bi hezaran peywirdaran re sindoqan biparêze

Lewra Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên ewlehiya hilbijartinê temam kirin.

Li gorî vê;

Li Amed û derdorê wê, ji bo hilbijartina 18 şaredariyan mîlyonek û 164 hezar hilbijêr wê dengê xwe bidin

Ji bo vê yekê 3 hezar û 968 sindoqan hatine danîn û ji bo parastina wan DEM Partî 15 hezar peywirdar erkdar kirine.

Li gel nevçeyên xwe wê li Êlihê jî 411 hezar û 11 hilbijêr deng bikar bînin.

Di navenda bajar de wê 939 sindoq werin danîn û hezar û 500 perwirdarên sindoqan encamê bişopînin.

Wê li Dersimê jî 80 sindoq werin danîn û di van sindoqan de 24 hezar û 622 hilbijêr deng bikar bînin.

Tifaka Dersimê nêzîkî 400 kes li qadên sindoqan peywîrdar kirine

Çewlîgê Wê 397 sîndoq werîn danîn û dê 198 hezar û 436 hilbijêr deng bikar bînin.

Li wi jî DEM Partî Wê bi 400 kesan ve sindoqan biparêzin.

Yek ji bajarê Kurdistanê li Sertê jî wê 376 sindoq werin danîn û dê 107 hezar 643 hilbijêr dengên xwe bikar bînin.

Li gel 650 peywirdarên sindoqan, 112 berpirsên dibistanan, 200 muşahit, 40 jê parêzer bî giştî 120 kes dê bi erka îtirazê peywirdar bibin.

DEM Partî li gelek bajaran xebatên hilbijartinê dewam dike

Back to top button