Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya Rêber Apo

Pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li herêmê dewam dike.Li navçeya Eyn Îsa û gundewarên Girê Spî zêdetirî 30 hezar îmzeyî hatin komkirin.
Li Şedadê 103 û li Reqayê jî 750 hezar îmze hatin komkirin.

Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9’ê Sibatê dest bi pêngava komkirina îmzeyan kiribû.

Komkirina îmzeyan li her devera herêmê bi coş û kelecaneke mezin ji aliyê komîteyên komkirina îmzeyan ve dewam dike.

Li gundewarên Girê Spî û li Eyn Îsa 30 hezar îmze hatin komkirin

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê şaxê navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek derbarê komkirina îmzeyan de da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo me dest bi pêngava komkirina îmzeyan li gundewarên Girê Spî, navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê kir.

Di encama komkirina îmzeyan de, 30 hezar û 883 îmze hatin komkirin.”

Bang li gelê herêmê hate kirin ku bi erkê xwe yê wijdanî rabin û ji bo azadiya Rêber Apo, çareserkirina doza Kurd û doza tevahî gelên bindest bixebitin û têkoşînê bilindtir bikin.

Duh jî li navçeya Şedadê ya Hesekê piştî komkirina 103 hezar îmze bi dawî bû.

Beriya wê jî Reqayê pêngav bi kom kirina 750 hezar îmzeyî bi dawî bû.

Şehba-Partiyên siyasî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin

Back to top button