Şehba-Partiyên siyasî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin

Em ranewestin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber apo misoger bikin.
Ev gotin û helwst a partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê û Kongra Star e.
Aliyan bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Li Şedadê jî piştî komkirina 103 hezar îmze, pêngava komkirina îmzeyan bi dawî bû.

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo hedan nîne.

Ji çalakiyên şermezarkirinê hetanî komkirina îmzeyan gel bê rawestan dixebite.

Partiyên siyasî yên kantona Efrîn û Şehbayê û Kongra Star bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Partiyan gotin:

“Zêdetirî 3 salan e dewleta faşîst a Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran didin ferzkirin.”

Partiyan diyar kirin ku di baweriya gelê Kurd de azadiya wan bi azadiya Rêbertî ve girêdayî ye.

Bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî hate kirin û hat gotin:

“pêwîste rêxistinên mirovî erka xwe ya hiqûqî û exlaqî bi cih bînin û zextê li dewleta faşîst a Tirk bikin, da ku tecrîdȇ li ser Rêber Apo rake.

Di pêkanîna yasa û peymanên navneteweyî de, mafê hêviyê bidin Rêber Apo.”

Partiyan teqez kirin dê têkoşînê bidomînin heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe.

Li Şedadê pêngava komkirina îmzeyan bi dawî bû

Di heman çarçoveyê de, ji rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya rêber apo xebatên komkirina îmzeyan ku pêk dihatin, êdî li hin bajar û navçeyan bi dawî dibe.

îro Komîteyên li navçeya Şedadê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan bi dawî bûye.

Têkildarî mijarê endama rêveberiya PYD’ê şaxê navçeyê Inûd El-Salih anî ziman ku wan 17’ê Sibatê dest bi pêngavê kir.

Di vê xebatê de, 103 hezar îmze hatin komkirin.”

Endamê rêveberiya PYD’ê şaxê navçeyê Mihêdî El Dexîm jî destnîşan kir ku wan bi rêya komîteyan,

rastiya komploya li ser ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo azadiya gelên bindest, ji şêniyan re şîrove kir.

Li Reqayê jî duh hemleya îmzeyan bi dawî bibû.

Li gorî komîteyan 750 hezar îmze hatine komkirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9’ê Sibatê dest bi hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kiribû.

Îmze dê ji Parlamentoya Ewropayê re werin birêkirin.

Li Reqayê komkirina imzeyan bi dawî bû

Back to top button