DEM Partî wê hilbijartinan ji 2 navendan bişopîne

Li kêleka xebatên propagandayê, ji bo ewlehiya sindoqan jî amadekarî tê kirin
DEM Partî ragihand ku wê hilbijartinê ji Koordînasyonên Hilbijartinê yên Amed û Enqereye bişopîne.
Herî kêm 40 hezar peywirdarên sindoqan wê roja hilbijartinê bixebitin.
Her wiha şandeyek navneteweyî jî ji bo şopandina hilbijartinan îro gihîşt Amedê
Şandeyê da zanîn ku dê rapora têkildarî binpêkirinan ji YE û KE’yê re bişînin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) amadehiyên xwe yên hilbijartinê ber bi dawî ve kirine.

DEM Partî li hemû navendên ku îhtîmala serkeftinê lê hene wê berpirsên sindoqan peywirdar bike.

Di vê çarçoveyê de dê herî kêm 40 hezar peywirdarên sindoqan roja hilbijartinê bixebitin.

Herwiha hiqûqnas û peywirdarên ku wê di Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) de cih bigirin jî hatin diyarkirin.

Hiqûqnas û peywirdar kêliya ku bêusulî derketin dê îtirazê bikin.

DEM Partî wê hilbijartinê ji Koordînasyonên Hilbijartinê yên Amed û Enqereye bişopîne.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Berdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demoratîk (DBP) Keskîn Bayindir wê li navendê ya Amedê bin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, Berdevka HDK’ê Esengul Demîr û Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî dê li navenda hilbijartinê ya Enqereyê bin.

Her du navend jî wê dem bi dem têkildarî encamên hilbijartinê raya giştî agahdar bikin.

Şandeya navneteweyî li Amedê ye: Em ê hilbijartinan bişopînin

Her wiha ji bo şopandina hilbijartinên 31’ê Adarê şandeyek navneteweyî jî îro gihîşt bakurê Kurdistanê.

Endamên şandeyê ji welatên weke Swêd, Almanya, Fransa, Ingilistan û welatên din ên Ewropayê ne.

Şande wê têkildarî hilbijartinê raporê amade bike û ji YE û KE’yê re bişînin.

Yek ji şandeyên ji bo hilbijartinê hatin jî şandeya Partiya Çep a Almanyayê (Die Linke) ye.

Şande çû serdana Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê.

Ji parlamenterên Die Linkeyê Gokay Akbulut got ku ji bo hilbijartinan di cih de bişopînin hatine Tirkiyê û serkeftin ji namzetên DEM Partî re xwest.

Endama Die Linkeyê Dr. Sabine Skubsch ku di nava şandeyê de cih digire jî got ku ew DEM Partiyê weke “partiya xwişk-bira” dibînin û ji bo piştgiriyê hatine.

Dem Partiyê lez daye xebatên Hilbijartinên 31’ê Adarê

Back to top button