Şandeya Amerîkayê li Tirkiyê ye

Şandeyek ji endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ev du roje li Enqereyê bi rayedarên Tirkiyê re hevdîtinan lidar dixe.
Li gorî daxuyaniyan di hevdîtinê de şerê dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd hatiye nîqaşkirin.
Lê heta niha nehatiye zanîn bê ka Amerîkayê van daxwazên Tirkiyê di çi astê de qebûl bike.
Ya balkeş hevdîtin di demeke de ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gefên nû yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin pêk tên.

Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê di çarçoveya hin rêzehevdîtinan de ev du roje li Tirkiyê ne.

Serokê Komîsyona Xizmetên Çekdarî ya Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYE) Mîke Rogers, Endamê Komîsyonê Adam Smîth jî di nava şandeyê de ne.

Tirkiye di şerê li dijî gelê Kurd de fetisî, bang li Amerîkayê kir

Nûnerên Amerîkayê duh destpêkê bi Wezîrê Karên Derve yê Tikriyê Hakan Fîdan re hevdîtin kirin.

Îro jî bi Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Komîsyona Parastinê yê Meclisê Hûlûsî Akar re civiyan.

Serdana şandeyê ya li Enqereyê, beriya serdana şefê faşîst Erdogan ya li Amerîkayê pêk hat.

Amerîka wê di çi astê de daxwazên Tirkiyê qebûl bike?

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Tirkiyê, di hevdîtinê de yek ji mijarên hatiye niqaşkirin şerê dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd e.

Lê heta niha nehatiye zanîn bê ka Amerîkayê di kîjan astê de daxwazên Tirkiyê qebûl kirine û wê di kîjan astê de ji desthilata Tirkiyê re bibe alîkar.

Ya balkeş hevdîtin di demeke welê de ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Rojava û gefên nû yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê tên kirin.

Ji bo girtina alîkariyê berê Erdogan li Iraq û Amerîkayê ye

Ji xwe çav li rêye ku Erdogan di meha Nîsanê de piştî cejnê serdana Iraqê bike.

Piştî wê jî wê di meha Gulanê de biçe Amerîkayê.

Back to top button