Ji bo Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, desteyeke serokatiyê û hevserokatî hate hilbijartin.
Doh civîna endamên Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî hat lidarxistin.
Navenda Ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî civînê hin agahî parve kirin.
Li gorî agahiyê navendê, hevserokên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî tev li civînê bûne.
Li gorî navendê di civînê de, desteya serokatiya Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî, Pencwîn Elî û Hesen El Ehmed ji bo hevserokatiya dadgehê, Faya Şemûn û Saêr El Girîd jî wek cîgirên hevserokatiya dadgehê hatin hilbijartin.
Her wiha Meclisa Gelan a Demokratîk 14’ê Adarê erkdarkirina 10 endaman ji bo Dadgeh Parastina Hevpeymana Civakî erêkiribû û her 10 endam di wê civînê de sondxwarin.