Akademiya Modernîteya Demokratîk li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê amadekarîya konferansekê li ser felsefeya netewa demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan dike.
Konferas ji alîyê Akademiya Modernîteya Demokratîk wê di navbera 8 û 12’ê Nîsanê de li bajarên Ljûbljana û Koper ên Slovenyayê bê lidarxistin.
Komîteya amadekar derbarê konferansê de daxuyaniyek da û got:
“Afirînerê fikrê siyasî yê Tevgera Azadiyê ya Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Tirkiyeyê li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê hiştin.
Abdullah Ocalan rêya aştiyê û çareseriyeke demokratîk ji bo Rojhilata Navîn nîşan da.
Di heman demê de rêbazeke welê pêşkêş kir ku ji bo hemû pirsgirêkên civakan ên li çar aliyên cîhanê dikare bibe bersiv.”