Îsaîlê êrişî herêmeke nêzî herêma Seyide Zeyneb a li gundewarê Şamê kir, di encamê de 5 kes ji çekdarên girêdayî Îranê birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê-SOHR da zanîn ku di encama êrişa Îsraîlê ya li dijî baregeheke li devera Behdeliyê li nêzî herêma Seyide Zeyneb a gundewarê Şamê de nobedarên baregehê birîndar bûn.
Her wiha agahî hene ku kuştî jî di hundirê baregehê de hene.
Ew baregeh ên komên Îranî û Hizbullaha Lubnanê ne.
SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka sala 2024’an de Îsraîlê 27 caran xaka Sûriyê armanckir, ji wan 19 êrişên hewayî û 8 ên bejahî ne.
Di encama wan êrişan de nêzî 55 cih wek depoyên çek û cebilxane, navend û baregeh hatin armanckirin.
Di encamê de 60 leşker hatin kuştin û 48 jî birîndar bûn.