Doh li Reqayê girtîyên Edlî di girtîgeha Ehdas a Reqayê tevlihevî di hindirê zindanê de derxistin.
Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku çeteyan hin odeyên girtîgehê şewitandin û hewl dan birevin.
Navenda Ragihandinê ya Asayîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî derbarê tevliheviya girtiyên li girtîgeha Ehdas a Reqayê de daxuyaniyek da.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Girtiyên di girtîgeha Ehdas a bajarê Reqayê de tevlihevî di hundirê girtîgehê de derxist û hejmarek ji odeyên wê şewitandin û hewl da birevin.
Hêzên me yekser detwerdan kir û dest bi operasyonê di hundirê girtîgehê de kir.
Niha jî rewş hatiye kontrolkirin.”