Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilat berdewam dike

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dom dikin.
Doh li gund û navçeyên Îlam bi awayekî girseyî Newroz hat pîrozkirin.

Newroza îsal li Rojhilatê Kurdistanê tevî hemû zextên dewleta Îranê bi coş hat pîrozkirin.

Mohra xwe ya taybet li hemû pîrozbahiyên Newroza li Kurdistanê da.

Ev çend rojin li gund û navçeyên bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê tê geşkirin.

Gel jî bi merasîmên biheybet bi govend û cil û bergên xwe yên gelêrî pîrozbahiyan li dardixin.

Doh li çend gundên bajarê Îlamê bi sedan welatî agirê Newrozê geş kirin û bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin.

Back to top button