Li Girkê Legê û Dirbêsiyê bi amadebûna bi dehan şêniyan Fermandar Egîd li navenda çandê ya Aram Dîkran a bajarê Rimêlanê û li navenda çand û huner a Dirbêsiyê hat bi bîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.
Piştre li ser jiyana rêheval Egîd , dîroka têkoşînê û berxwedana ku wî û hevalên xwe yên şoreşger li girtîgehên faşîst ên Tirk heta kêliya şehadetê axaftin hat kirin.
Di dawiya bîranînan de tekez soza şopandina rêya şehîdan dan û bi slogana dawî bû .
Her wiha li Şamê jî şehîdên hefteya qehremaniyê di şexsê Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz (Egîd) de hatin bibîranîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.
Di bîranînê de hate gotin ku 28’ê Adarê di dîroka kurdistanê de mîladeke û pêşeng û şoreşgerê mezin Mahsum Korkmaz di vê mîladê de roleke diyarker list.