Li Qamişlo roja yekem a Mîhrîcanê a Remezanê bi dawî bû

Li bajarê Qamişlo Mîhrîcana 1’emîn a Remezanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve.
Wê Mîhrîcan 3 rojan bidome û roja yekem a Mîhrîcanê bidawî bû

Mîhrîcan li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar ket. Di mîhrîcanê de beşdar berhemên xwe ji bo serdêran pêşkêş dikin. Mîhrîcan bi sponsoriya şîrketa peywendiyê ya RCELL e.

Di roja yekemîn de şênî bi awayekî balkêş beşdar bûn. Di mîhrîcan de sirûdên olî yên Îslamî ji aliyê koma ˊEl Nûr Lîlmedih Ele El Resûl (koma ronahî ya pesendana pêxember)ve hatin xwendin.

Her wiha hunermend Danîş Botan û Evîn Efrînî stran gotin.

Di dawiya rojê de pêşbirk li dar ketin û diyarî hatin belavkirin.

Çaverê ye çalakiyên Mîhrîcanê 3 rojan bidomin.

Di çalakiyê de berhemên dikan û xwaringehan, berhemên muzîkî, govend û pêşbirk bên pêşkêşkirin.

Back to top button