Li Reqayê komkirina imzeyan bi dawî bû

Di çarçoveya pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê de, li kantona Reqayê pêngav bi komkirina 750 hezar îmzeyan bi dawî bû.
Li minbicê jî heta niha nêzê 600 hezar îmze hatine komkirin.

Hevseroka Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hemleya komkirina îmzeyan li Reqayê bi dawî bû.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêngava komkirina îmzeyan a ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Sibatê de li kantona Reqayê dest pê kiribû, bi dawî bû.

Li Reqayê 750 hezar îmze hatin komkirin

Dawiyê de hat diyarkirin ku li kantona Reqayê 750 hezar îmze hatin komkirin.

Minbic-Nêzê 600 hezar îmze hatin komkirin

Hejmara îmzeyên ku li kantona Minbicê jî hatine komkirin gihişt nêzî 600 hezar îmzeyî.

Li bajar; gundan, di nava gel de ji bo azadiya Rêber Ocalan her kes îmzeya xwe dide.

Endamê Însiyatîfa Gel a Sûriyê ji bo azadiya Rêber Ocalan diyar kir ku ev pêngav ji du beşan pêk tê.

Yekem, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, dawî-lêanîna binpêkirinên dewleta Tirk li îmralî û gihandina dengê gel ji bo raya giştî.

A 2’mîn jî belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li hemû gelên cîhanê.

Pêngava komkirina îmzeyan li Reqayê dewam dike

Back to top button