Li Hesekê 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 2 jî hatin girtin

Hêzên Asiyşê. Kizwana. 2 çete kuştin, 2 jî girtin.

Navenda ragihandina giştî ya Hêzên Asyişa têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Navendê diyar kir ku hêzên wan piştî xebatên şopandin û lêkolînê 28’ê Adarê de li çiyayê Kizwanan a Hesekê oparasyonek pêkanîn.

Tevî bangên hêzên Asayîşê ya xwe radestkirinê çeteyan êrişî wan kir.

Di encama şerê rûdayî de, çeteyek xwe teqand û yek jî hat kuştin.

2 jî hatin girti.

Her wiha, gelek çek û cebilxane jî li ser çeteyan hate rakirin.

Navendê da zanîn ku ev çete ji Idilbê derbasî herêmên Reveberiya Xweser bûbûn da ku aramiya herêmê têk bibin.

Li gorî daxuyaniyê xebatê lêgerîne dewam dike.

Back to top button