Dewreya 3. ya efseran a bi navê ş.Melka Ayêd bi dawî bû

Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewreya 3′ yemîn a Efseran a bi navê Ş.Melka Ayêd a zanistên polîsan bi dawî kir.

Di merasîmê de Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî, şandeyên Rêveberiya Xweser û malbatên şehîdan jî amade bûn.

Dewreya ku 6 mehan dewam kir, 228 efserên jin û mêr têde amade bûn.

Efseran di dewreyê de, perwerdeyên qanûnî, leşkerî û fikrî yên ku di warê erka xwe de pêk bînin, girtin.

Di merasîmê de Mezlûm Ebdî axivî û got:

“Hêzên ewlekariya hundirîn karekî girîng ji bo parastina aramiya Bakur Rojhilatê Sûriyê dikin.

Lewma pir girîng perwerdeya ku girtine di pratîkê de bikarbînin.”

Li ser navê malbata Ş.Melka Ayêd jî dayika wê axivî û dewre li herkesî pîrozkir.

Back to top button