Li bajarê Hesekê 2 belavkarên madeyên narkotîk ji aliyê Hêzên Asayişê ve hatin girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê ev yek bi daxuyaniyekê ragihand.
Navendê got:
Endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir 29’ê Sibatê 2 belavkarên madeyên hişbirê li Hesekê girtine.
Navendê destnîşan kirin ku miqdareke madeyên hişbir, telefoneke destan û 317 hezar LS ku gel her du belavkaran hatine dîtin, hatin desteserkirin.
Asayîşê dawiyê diyar kir ku her du bazirgan radestî dadgehê kirine.