Dem Partiyê lez daye xebatên Hilbijartinên 31’ê Adarê

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê asta xebatên xwe berfirehtir dike.
Duh li gelek gund, navçe û bajaran Mîtîng û civîn li darxistin.
Siyasetmedarên jin di çalakiyan de axivîn û bang kirin ku her kes roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkeve.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) duh li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi tevlibûna hezaran kesan mitînga fînalê li dar xist.

Tevî asteniyên Polîsan jî gel dev ji mîtînga xwe bernedan.

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di mitîngê de got, her ku hilbijartin nêz dibe, desthilatdar koliyên remezanê belav dike.

Em ê di 31’ê Adarê de bersiva wan bidin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî got:

“Xelkê Silopiyayê yê birûmet; ez careke din di hizûra we de Sêvêyan, Pakîzeyan, Fatmayan, Dayika Taybet, 33 kesên li Roboskê hatine kuştin bi rêzdarî bi bîr tînim

Me ew tu caran ji bîr nekirin û dê ji bîr nekin.”

Tulay diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan were rakirin û got, Rêya aştî û guftûgoyê ew e.

DEM Partî a Bedlîsê jî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Qada Mizgefta Mezin mitîng li dar xist.

Siyasetmedar Leyla Zana, parlamenterên DEM Partiyê û bi sedan kesan tev li mitîngê bûn.

Leyla Zana di çalakiyê de axivî, bang kir ku her kes roja hilbijartinê xwedî li sindoqan derkeve û wiha anî ziman:

“Em dixwazin Tirkiye û Kurdistan weke xwişk û birayan bijîn.

Pêdiviya me bi hev heye.

Lê heke hûn xwedî li hev dernekevin kes xwedî li we dernakeve. Xwedî li xwe û sindoqên xwe derkevin.”

Li Sûrê Amedê Dem Partî serdana dikandaran kirin.

Girse ji aliyê gel ve bi eleqeyeke mezin hat pêşwazîkirin.

DEM partî bi heman armancê li Têkor û Pazarcixê jî bi gel re civiya.

Di serdanan de hat diyar kirin ku namzetên DEM Partiyê ji bo ziman, çand, têkoşîn û xizmetê dixebitin.

Li Bedlîs, Colemêrg û Silopiya DEM Partî mitîngên hilbijartinê li dar xist

Back to top button