ÇALAKIYA LEYLA GUVEN DI ROJA 72’AN DE YE

Dirêjtirîn çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di dîroka tekoşîna azadiya Kurdistanê de dewam dike.

Parlementera HDP’ê Leya Guven li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan 72 roj in di çalakiyê de ye.

Di dîroka têkoşîna azadiyê li Bakurê Kurdistanê, yek ji rêbazên herî bi bandor berxwedana li zindanan e.

Hê di salên pêşî yên tevgera azadiyê de, li Zindana Amedê li dijî faşîzma Cûn taya 12’ê Îlonê çalakiya Mazlum Dogan, Rojiya Mirinê a mezin ku 14’ê Tîrmehê destpê kir û her wiha çalakiya Çaran, rûpelên nû li dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê vekir.

Niha Kurd careke din li hemberî hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk li zindanan pêşengiya têkoşînê dikin.

Bi pêşengiya jina Kurd, parlementera HDP’ê Leyla Guven 8’ê Mijdara sala 2018’an li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan li Zindana Amedê çalakiya greva birçîbûnê destpê kir.

Çalakiya Leyla Guven 72 roj li pey xwe hiştin.

Rewşa Guven a tenduristiyê derbasî qonaxeke wiha bûye ku êdî bi hêsanî nema kare avê vexwe û pirsgirêka dîtinê jî xwedaye der.

NASIR YAGIZ 59 Û ÇALAKGERÊN STRASBURGÊ JÎ 33 ROJ IN DI GREVÊ DE NE

Bi heman armancê endamê meclisa HDP’ê li Başûr Nasir Yagiz 59 û 15 çalakgerên li Ewrûpayê jî 33 roj in di greva bêdem de ne.

Berxwedana Leyla Guven weke dirêjtirîn çalakiya greva birçîbûnê derbasî dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê bû.

Berovajî salên 80’î, berxwedana li zindana vê carê tenê li Bakurê Kurdistanê bi sînor nema.

Lewam li çar aliyên welat û gelek navendên cîhanê Kurdistanî bûn beşek ji vê berxwedanê.

Leave a Reply

Back to top button