Îlham Ehmed bi boneya 8’ê Adarê axivî

Bi boneya roja 8’ê adarê Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed nirxandinên girîng kirin.
Îlham Ehmed bang li hemû jinên Sûriyeyê kir ku di çarçoveya dirûşma “Jin, jiyan azadî” de xwe birêxistin bikin.
Ji bo xilaskirina Sûriyeyê ji karesata heyî, ji bo pêkanîna aştiyê û demokrasiyê plansaziyekê deynin û têkoşînê geş bikin.

Bi boneya 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Seroka Desteya Rêveber a (MSD) Îlham Ehmed nirxandin kir.

Îlham Ehmed diyar kir ku di 8ʹê Adarê de jinan li ber xwe da, li hember hemû cureyên tundiyê, sekinîn.

Îlham bal kişand ser pîrozbaniyên 8ʹê Adarê yên berê û yên dema heyî û got:

Îlham Ehmed: Li Sûriyê jinan ev roj veguherand roja têkoşînê

“Li ser asta cîhanê ev roj hatibû jibîrkirin.

Ji bo wê tu bone yan jî merasîm an jî xwepêşandan li dar nediketin.

Lê li ser asta Sûriyeyê rewşeke cuda ye.

Jinan ev roj veguherandin roja têkoşîna li hember kiryarên derqanûnî û bêhiqûqî yên li dijî jinan.

Yanî her sal ji ya beriya wê cudatir e.”

Îlham Ehmed: Dirûşma Jin Jiyan Azadî ji bo jinan peyameke girîng da

Der barê serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku bi dirûşma ʹʹJin, jiyan azadîʹʹ dest pê kiriye de Îlham got:

“Ev dirûşm herêmeke tenê eleqedar nake, lê belê ji bo hemû jinan e.

Ev dirûşme ji bo jinan peyameke pir girîng da.

Ev peyam jî banga mafê jiyanê ye..”

Îlham Ehmed: Jin pêşengiya şoreşeke rasteqîn dike

Îlham Ehmed balkişand ser bandora têkoşîna jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir û got:

“Jinan şoreşeke rasteqîn bi rêve birin.

Yanî têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li seranserî cîhanê bûye modelek.”

“Divê jin ji bo xilaskirina Sûriyê plansaziyekê amade bikin”

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê îşaret bi vê yekê kir ku dirûşma ʹʹJin jiyan azadîʹʹ, dirûşmeke felsefîk a xwedî wateyeke kûr e û ev bang kir:

“Birêxistinkirina jinan di çarçoveya vê dirûşmê de gelek girîng e.

Herî zêde jin tên kuştin. Yanî divê jin rola xwe di sazkirina planên pêşerojê de bilîzin.

Jin divê ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê û ji bo xilaskirina Sûriyeyê plansaziyekê amade bikin..”

Back to top button