Ser rêya Dêrik-Qamişlo qeza: Kesek mir, bi kêmanî 10 jî birîndar bûn

Li ser rêya Dêrik-Qamişlo qezaya trafîkê çêbû. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 10 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Dêrik-Qamişlo, nêzî xaçerêya bajarokê Maşûq ê navçeya Tirbespiyê, 2 wesayît li hev qelibîn.

Li gorî şahidan, di encama qezayê de welatiyê bi navê Haşim Xenam Osman jiyana xwe ji dest da û bi kêmanî 10 kesên din birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên kantona Qamişlo.

Back to top button