Komîteya sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser li ser 14 hezar û 474 malbatan mazot belav kir

Komîteyên sotemeniyê yên Rêveberiyên Xweser û Sivîl ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weke beşa yekemîn li ser 14 hezar û 474 malbatan mazot belav kir. 

Komîteyê heta niha 240 milyon û 652 hezar û 530 lître mazot belav kiriye.

Her wiha Rêveberiyê, ji bo koçberên ji Serê Kaniyê û Girê Spî jî zêdetirî 22 hezar û 631 lître mazota sobeyan belav kir.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq Xelef da zanîn ku mazota ku îsal li ser şêniyan hatiye belavkirin, zêdetirî 482 milyon û 267 hezar û 471 lître ye.

Her wiha Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihaya benzînê daxist 210 lîreya Sûriyê ku beriya vê gihiştibû 300 lîreya Sûriyê.

Leave a Reply

Back to top button