SALIH MUSLIM: HERÊMA EWLE A TIRKIYÊ DI NAV DE WÊ NEYÊ QEBÛLKIRIN

Berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku yekane armanca Tirk li Sûrî dagirkerî, talan û komkujî ye.

Muslim peyam da ku ew ê herêmeke ewle a Tirkiyê di nav de ti carî qebûl nekin.

Têkildarî plana avakirina Herêma Ewle a di bin kontrola dewleta Tirk de, berpirsê Komîteya Pêwendiyan a PYD’ê Salih Muslim ji Rojnameya Yenîozgur Polîtîkayê re a xivî..

Muslim bi bîr xist ku peyva “Herêma ewle” bi twittera serokê Emerîka Trump ket rojevê û wiha got;

Dewleta Tirk a li pey dagirkirinê ye îdîa dike ku ew ê herêma ewle di bin kontrola wê de ava bibe.

Ev bi temamî derew e û wê ev yek ti carî ji aliyê me ve neyê qebûlkirin.

Armanca dewleta Tirk ji hewldaneke wiha, dagirkerî û guhertina demografîk e.

Li gorî vê planê, dewleta Tirk li deverên dagirkerî wê komên xwe bicih bike û Kurdan tine bike.

Salih Muslim têkildarî pîvanên herêma ewle jî îşaret bi van xalan kir:

Bê goman em, jî ji bo gelên xwe herêmeke ewle dixwazin, lê belê ne mîna ku dewleta Tirk plan dike.

Nabe ku ev herêm di bin kontrola Tirkiyê de be.

Eger dewleta Tirk di nava meselê de be wê rewş xerab e. Dewleta Tirk li pey zindîkirina Mîsaqê Millî ye.

Bi vê yekê hewl dide Kurdan tine bike. Mînaka Efrînê li ber çavan e.

Di rewşeke wiha de ya herî guncav ev e:

Bi pêşengiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, navendên çavdêriyê dikarin werin avakirin.

Dîsa hêzeke serbixwe a navneteweyî dikare li herêmê were bicihkirin.

Ev yek jî lazime bi erêkirina hemû aliyan pêk were.

Salih Muslim diyar kirin ku ferzkirinên mîna “nabe ku YPG û QSD’ê bimînin” hiştina gelên herêmê bê parastine û wiha dewam kir:

Divê baş were zanîn, eger dewleta Tirk ruxmê hemû hişyariyan jî êriş bike, wê Kurd, Ereb, Xirstiyan û hemû pêkhateyên din liberxwe bidin. Wê berxwedana topyekûn pêş bikeve.

Leave a Reply

Back to top button