HPG: 26 LEŞKERÊN DIJMIN HATIN KUŞTIN Û HELÎKOPTEREK HAT DERBKIRIN

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, ragihandibûn ku wê di serdema nû a şoreşgerî de taktîkên nû li dijî dagirkeriyê bikar bînin. Ev taktîk û stratejiya gerîla, dagirkeriya dewleta tirk li ser xaka kurdistanê felc kiriye.
Di çalakiyên gerîlayan li bakurê kurdistanê de 26 leşker hatin kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatin îmhakirin û derb li helîkopterekê hatiye xistin. Leşkerên ku derketine oparasyonên dagirkeriyê jî ji tirsa gerîlayan çongên wan bi hev dikevin.

 

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xwe didomînin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê derbarê çalakiyan daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

24’ê Hezîranê li Girê Şekîf ê herêma Xakurkê li dijî yekîneyên operasyona dagirkeriyê ya artêşa Tirk gerîla çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Têkildarî hêjmara kuştî û birîndaran agahî ne hatin girtin.

Lê tişta hatî anîn ewe ku artêşa dagirker bi rêya helîkopterên Skorsky cenaze ji herêmê birine.

Heman rojê danê êvarî, li qada Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de artêşa dagirker xwest operasyoneke dagirkeriyê despê bike.

Bi çalakiyekê ku ji 2 baskan ve 2 wesayîtên zirxî hatin teqandin û 23 leşker hatin kuştin.

25’ê Hezîranê jî hêzên gerîla li Girê Elîşêr ê Gever ê Colemêrgê çalakiyek li dar xist û 2 leşker hatin kuştin.

Di heman rojê gerîla du helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê kirin hedef.

Di encamê de helîkopterekî derb xwar û neçar ma ji qadê vekişin.

Dîsa 25’ê mehê gerîla li qada Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê pêk anîn û leşkerek hat kuştin.

Di çalakiya li Tepê Xwedê ya li Avaşînê de hejmara kuştî û birîndarên artêşa tirk ne hat zanîn.

Artêşa tirk 20’ê Hezîranê li herêma Herekolê ya Sêrtê û 22 Hezîranê jî li herêma gundê Qenca yê navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyona dagirkeriyê da despêkirin.

Di encama bombebaranê de 3 gerîla şehîd bûn.

Heman rojê hêzên gerîla li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kirine.

Ev kontre tiliya wî di şehadate du gerîlayan de hebû.

Medyaya Tirk îdia kir ku ev kes şivane, lê ev yek ne raste.

Kesên mîna vî ku di şehadeta gerîlan de rol bileyzin li ku derê bin wê cezayê pêwîst were dayîn.

Navenda ragihandina HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî yên li herêmên parastina medya jî agahî dan û da zanîn ku ti ziyan bi hêzên gerîla ne bûne.

Leave a Reply

Back to top button