Salih Muslim:Divê Kurd li Bakûrê Kurdistanê vîna xwe xwedî derkeve

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim bang li Kurdên Bakurê Kurdisatnê kir ku di 31’ê Adarê de ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin xwe.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim derbarê hilbijartinên Şaredariyan yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê ji televîzyona me re axivî.

Salih Muslim di destpêka axavtina xwe de diyar kir ku li seranserî cîhanê îsal gelê Kurd bi coşeke mezin Newroz pîroz kir û got:

“Bi milyonan Kurd xwedî li xwe derketin xwedî li Newroza xwe derketin.

Hilbijartinên ku wê di 31’ê Adarê de pêk bên ji bo me gelekî girîng e.

Em hêvî dikin ku bi wî rihê Newrozê gel biherikin qadan û dengê xwe bidin xwe bidin Dem Partiyê.”

Muslim anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê Dem Partî îradeya gel temsîl dike û wiha domand:

“Dem Partî di xebatên siyasî yê Bakurê Kurdistanê de pêşengê kurdan e.

Em hêvî dikin ku gelê me neyên lîstokê dijmin.

Ev hiljbiartin ji bo hemû kurdan girîng e, divê gelê me biçe ser sîndogan dengê xwe bikarbîne.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Salih Muslim destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker êrîşî her Kurdekî dike û wiha pê de çû:

“Tenê rêyek li ber me heye ku em karibin li ber êrîşên Tirkiyê bisekinin ew jî têkoşîne.
Têkoşîna me heya niha bi parastinê rewa ye, em li Rojava li ber xwe didin, lê têkoşîna herî girîng têkoşîna siyasî ye.

Dema gelê me nerîn û îradeya xwe bîne ser ziman, wê demê ji cîhanê re û ji dewleta tirk a faşîst re îsbat dike ku gelê Kurd hemû yek in.”

Muslim di dawiya axavtina xwe de wiha got:

“Dijmin dixwaze îsbat bike ku gelê Kurd li hember van hilbijartinan dernakevin.
Ji ber vê yekê ji me tê xwestin ku em bi dengekî bilind ji her kesî re îsbat bikin ku em xwedî vîn û xwestekên xwe ne û li ku derê bin jî hestên me yek in.
Divê em dengê xwe bidin xwe.”

Back to top button