Li Reqa û Dêrazor di encama teqîna mayînan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan

36 jê leşkerên hikûmeta Şamê zêdetirî 40 kesî di êrişên Îsraîlê yên li dijî Helebê de hatine kuştin.
Di encama teqîna mayînan de jî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyekî din jî di encama teqîna mayînên ku DAIŞ’ê daniye 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî çavdêriyê kesek û 2 zarokên wî ji herêma Diwêr ya rojhilatî Dêrazorê ye û du kes jî gundê El Hemdaniyê ne li ser rêya Biwêdan yê Reqayê jiyana xwe ji dest dane.

Li Hemayê sê çete hatin kuştin

Navenda Çavdêriya Sûriyê her wiha ragihand ku balafireke bê mirov a hêzên hikûmeta Şamê li gundê Xirbe Naqûs ê rojavayî parêzgeha Hemayê erebeyek çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bombebaran kir.

Çavdêriyê da zanîn ku di encamê de 3 çete hatine kuştin û birîndar jî hene.

Xelkê Siwêdayî îro jî li qadan bû

Her wiha ji bo pêkanîna biryara 2254’an, hilweşandina rêjîmê û berdana girtiyan xwepêşandanên li Siwêdayê dewam dikin.

Îro bi vê armancê careke din gelê Siwêdayê berê xwe dan qada El Kerama û xwepêşandan lidar xistin.

Back to top button