Dewleta Tirk gundewarê Minbicê topbaran kir

Her ku dixwaze bi riya êriş, leşker û çeteyên xwe pêşde biçe li hember bersivdayînê poşman dibe.
îro dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê Minbicê topbaran kirin û çeteyan xwestin derbasî gundê El-Buwêhic bibe.
Lê êrişa çeteyan hat têkbirin, çeteyan derbeyek mezin xwarin, 3 çete birîndar bûn û yên din jî paşde reviyan.

Dîmenê seat 3 û 50 ser gurupê hatî heta 13 saniyan biherikîne…..
Ev dîmenê topbarana dewleta Tirk li ser gundê Seyadê ye dikeve bakur rojavayê bajarê Minbicê ye.

Dagirkeran mîna her carê gund bi obîsan da ber topan.

Lê agahiyên dîtir derbarê topbaranê de nehatin bidestxistin.

Hewldana çeteyan a derbasbûna gundê El Bûwêhic yê Minbicê hat têk birin

Li hêlekî din çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin derbasî gundê El-Bûwêhic ê dikeve rojavayê bajarê Minbicê.

Îro, piştî nîvê şevê, saet 2’ê sibehê, çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ku derbasî gundê El-Buwêhic bibin.

Gor agahiyên leşkerî ji mere ragihandin, ew çete ji gundê El-Kiridiyê derketibûn.

Lê şervanên Tûgaya Siwar Idlibê yên girêdayî hêzên Cebhet El-Ekrad komên çete şopandin û hewldana çeteyan têk birin.

Di bersivdayînê de çeteyan derbeyek mezin xwarin, di encamê de 3 çete birîndar bûn û yên din jî paşde reviyan.

Doh jî dewleta Tirk a dagirker seat derdora 9 şev gundê kawiklî yê dikeve rojavayê Minbicê bi obîsan topbaran kir.

Beriya wê jî dagirkeran gundê Zîwanê û Til Anebê ya herêma Şehbayê Topbaran kirin.

Back to top button