Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dema hilbijartina şaredariyan diyar kir.
Komîseriyê bang li gel kir ku tevlî dengdayînan bibin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh civîna xwe ya yekemîn lidar xist.
Civîn li hola civînan a Desteya Kar û Barên Civakî ya bajarê Reqayê pêk hat.
Di civînê de, komîseriyê 3 nivîsgeh damezirandin û ji bo her yekê hevserok hilbijartin.
Ew jî nivîsgeha çavdêrî û îtîrazê, nivîsgeha daîreya hilbijartinê û nivîsgeha perwerdeyê ne.
Her wiha komîteyek ji 6 endamên komîseriyê ji bo amadekirina rêziknameya komîseriyê, hat damezirandin û komîseriyê ragihand ku wê di 30’ê Gulana bê de dest bi hilbijartinên şaredariyan bikin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê bang li gelê xwe kir ku beşdarî hilbijartinan bibin.