Piştî xebatên 5 salan, ferhenga zimanê Fînî-Kurdî (kurmancî) li ser înternetê hat amadekirin.
Ferhenga ji 28 hezar peyv pêk tê û ji aliyê xebatkarê komeleya Kurdan-Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Elî Bayraklî û bi hevkariya Husên Mihemed, hatiye amadekirin.
Ferhenga Kurdî- Fînî valahiyeke mezin li nava civaka Kurd a li Fînlandyê dadigire.
Xwendekarên Kurd, mamoste û wergêr, dikarin sûdê jê wergirin.