Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk navê xwe guhert

Konfedrasyona Rêxistinêna Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê navê xwe guhert û kir Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk:
Her weha desteyeke rêveberiyê û koordînasyonek hat hilbijartin.

Meclisa Giştî ya Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya yekemîn li Hola Mişwar a li Reqayê li dar xist.

Endamên meclisê, endamên yekitiyên girêdayî wê, hevserokên meclisê û hevserokê TEV-DEM Xerîb Hiso tevlî civînê bûn.

Ji Konfederasyonê bû Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk

Di civînê de guhertina navê konfederasyonê hate erêkirin û bû “Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê”.

Her wiha ji bo desteya konfederaliyê 4 endam û ji bo koordînasyonê jî 29 endam hatin hilbijartin.

Di civînê de berpirsên nivîsgehên konferederaliyê jî hatin erkdarkirin.

Ji bo komîteya çavdêriya hundirîn jî 6 endam hatin hilbijartin.

Dawiya civînê plansaziya kar û xebatên bê ya konfederaliyê hate diyarkirin.

Back to top button