Li DYA namzetên Komarparêzan yên bo serokatiyê niqaşa yekem pêk anîn

Li DYA heşt namzetên komarprêz yên ji bo hilbijartina serokatiyê xwe amade dikin, nîqaşên xwe yên yekem li ser televziyonê pêk anîn.
Lê serokê berê yê DYA Trump beşdarî nîqaşan nebû.

Tevî ku ji hilbjartinên serokomariyê yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re salek maye, xebatên hilbijartinê ji niha de dest pê kiriye.

Heşt namzetên Komarparêzan ên ji bo hilbijartinan xwe amade dikin; nîqaşên xwe yên yekem pêk anîn.

Trump tevlî nîqaşê nebû

Lê serokê berê yê DYA Donald Trump di kombûnê de beşdar nebû.

Niqaşa di navbera namzetan de, 2 saetan dewam kir.

Di niqaşa heyî de namzetan kêmasiyên berendamên din rêz kirin û piştre jî pilanên xwe anîn ziman.

Di vê navberê de, li Iowa hîn pênc meh ji pêşbirka yekem a namzediyê ji bo serokatiyê maye û bêtirî 14 meh ji hilbijartinê giştî re mane.

Waliyê Florida Ron DeSantis tevî ku di rapirsiyan de pir li paş Trump e, di bernameya de gelekî bi xwe bawer axivî.

Desantis derbarê şerê Ukrayna-Rûsyayê de jî diyar kir ku ew ê alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê bi dawî bike.

Piştî vê gotinê balyoza berê ya Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley bertekên tund nîşan da.

Li gor rapirsiyan di nava Komarparêzan de Trump li pêş e

Li gorî rapirsiya herî dawî ya Reuters/Ipsos ku vê mehê hat weşandin, Trump ji sedî 47’ê dengên Komarparêzan li seranserê welêt digire.

Her wiha DeSantis ji Tîrmehê şeş ​​puanî derket ji sedî 13.

Namzedên din jî dengên gelekî kêm anîne.

Back to top button