SPIEGEL ONLAINE: ALMANYA DIFIKIRE BEŞDARÎ AVAKIRINA HERÊMA EWLE BIBE

Malpera Almanî Şibêgil Online di raporeke xwe di diyar kir, Almanya difikire beşdarî herêma bi ewle ya ji bo parastina Kurdan were avakirin, bibe.

Avakirina herêma bi ewle li dijî gefên Dewleta Tirk bûye rojeveke bingehîn a gelên herêmê.

Malpera Almanî Şbêgil Online, têkildarî vê yekê raporek belav kir.

Di raporê tê gotin, Almanya difikire ji bo avakirina herêma bi ewle li Bakurê Sûrî, piştgiriya DYE bike.

Li gorî malperê, ji bo avakirina herêmê, hikûmeta Berlînê ji Emerîka xwestiye ku mabûna leşkerên xwe dirêj bike.

Li ser vê yekê wê balafirên Tirnado yên Almanya wêneyan ji asîman bikşîne û balafirên şerê ên Koalîsyonê bi petrolê fînanse bike.

Malpera Almanî Şibêgil Online destnîşan dike ku, li Kongreya Muncehen a ewlekariyê, Emerîka ji Almanya xwestiye ku beşdarî parstina herêma bi ewle ya ku tê payîn ji bo parstina Kurdan were avakirin bibe.

Berpirsê karûbarên derve di Koalîsyona Xiristiyanan a bi lêdertiya Merkel Yorgin Hardit daxwaz kir ku, divê bi renegkî erênî li ser xwesteka Emerîka were rawestandin û li ser vê yekê perlemana Almanî erka hêzên welat di Koalîsyonê de berfirehtir bike.

Beriya demekê jî, Nûnerê Emerîka li Sûrî James Jeffrey teqez kiribû ku, herêma bi ewle wê di bin çavdêriya hêzên herêmî ango QSD’ê de be.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûrî ya leşkerî û siyasî jî dibêje, pêwsît e herêma bi ewle di bin çavdêriyeke navdewletî de be.

Hêzên Sûriya Demokratîk 21 Adarê dawî li hebûna çekdarî ya DAIŞ’ê anî.

Niha jî, li aliyekî gefên Tirkiyê û li aliyekî din gefên Rêjîmê, bûne metrisiya vegera DAIŞ’ê.

Leave a Reply

Back to top button